Têkilî û serdana parlamentoyê

Gelo dixwazî ji pirsên xwe yên li derbarê parlamentoyê de bersivê bigirî yan serdana guftûgoyek li salona meclîsê bikî? Li vir agahiyên ji bo têkilî û danûstendinê hene.

Serdana parlamentoyê bike

Parlamento, ji kesên ku dixwazin serdana nîqaş û pirsiyarkirinan bikin, biçin gerên rêberiyê an beşdarî serdanên perwerdeyî bibin re, vekirî ye.

Serdana parlamentoyê bike (bi swêdî)

Avahiya parlamentoyê li Helgeandsholmen ya li navenda Stockholmê ye. Deriyê ketina hundir ya rast bibîne û binêre ka berya serdan girîng e meriv li çi haziriyan bike:

Rêya çûndina parlamentoyê hîn bibe (bi swêdî)

Pirsên zaniyariyê li derbarê parlamento û YE de

Heger pirsên te yên zaniyariyê li derbarê parlamento û YE de hebin dikarî têkilî bi navenda agahdariyê (riksdagsinformation) re deynî. Telefonkirin bê pere ye.

Wextên telefonê yên asayî: Dûşem – Înê navbera saet 9:00 – 12:00, 13:00 – 15:00. Havînê, rojên tatîlê û di rojên cejnan de wextên telefonê bisînor in.

Nêrînên li derbarê pêşniyarên siyasî yên ji partiyan

Heger pêşniyar û nêrînên te yên siyasî hebin, wê demê rasterast bi partî û endamên parlamentoyê re têkilî deyne. Agahiyên têkiliyê yên partiyên parlamentoyê û endamên parlamentoyê li vir hene:

 

Belgeyên resmî bixwîne

Di deftera qeydê (diariet) de dikarî li belge û dokûmanên resmî bigerî.

Deftera qeydê (diariet)

Heger dixwazî belge û dokûmanek resmî siparîş bikî, dikarî bi qeydker (registrator) re têkilî deynî.

Wextên vekirî: Dûşem – În saet 9:00–11:30 û 13:00–16:00. Havînê, rojên tatîlê û di rojên cejnan de wextên vekirî bisînor in.