Hun bixêr hatin parlamentoya Swêdê

Parlamento, li Swêdê meclîsa herî bilind ya biryardanê ye. Li vir dikarî li derbarê wezîfeyên parlamentoyê de zêdetir agahî peyda bikî.

Wezîfeyên parlamentoyê

Parlamento li Swêdê meclîsa herî bilind a biryardanê ye. Her çar salan carekî gelê swêdî hildibijêre ka dê kîjan 349 kes li parlamentoyê nûnertiya wan bike. Ji wan kesên ku li parlamentoyê rûdinin re dibêjin endam, bi swêdî “ledamöter”. 

Demokrasî

Demokrasî kêm zêde tê wateya desthilatdariya gel an jî hêza gel. Fikra bingehîn a demokrasiyê ev e ku her kesê ku hemwelatî ye an li welatekî dijî, divê xwedî îmkana tevlîbûnê be û li ser çawaniya rêvebirina welat xwedî fikir û raman be. Ev bi gelemperî bi hilbijartinên asayî tê kirin.

Hikûmet wisa tê avakirin

Hikûmetek dikare li ser kar bimîne heya ku di parlamentoye de piştgiriyek wê ya têr hebe. Çend sedem hene ku pêwîst e hikûmetek îstifa bike û hikûmeteke nû bê avakirin.

Hikûmet wisa tê avakirin

Têkilî û serdana parlamentoyê

Gelo dixwazî ji pirsên xwe yên li derbarê parlamentoyê de bersivê bigirî yan serdana guftûgoyek li salona meclîsê bikî? Li vir agahiyên ji bo têkilî û danûstendinê hene.

Têkilî û serdana parlamentoyê

YE ev e

27 welat, endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ne. Swêd, 1 çile 1995 bû endamê YE’yê. Welatên YE’yê li ser gelek pirsên aborî û siyasî hevkariyê dikin.