Hilbijartina ji bo YE

Hilbijartinen ji bo Parlamentoya Ewrûpayê pênc salan carekî tê li darxistin. Ji vê re gelek caran dibêjin hilbijartina ji bo YE yan hilbijartina Ewrûpayê. Di vê de, hemwelatiyên li Swêdê û welatên din yên Yekîtiya Ewrûpayê hildibijêrin da kîjan partiyên siyasî û endam (mebûs) têkevin parlamentoyê û biryaran bigirin. Hilbijartina cara bê ya ji bo YE sala 2029 e.

Parlamentoya Ewrûpayê yekane saziya Yekîtiya Ewropayê ye ku rasterast di hilbijartinên asayî de tê hilbijartin. Li Parlamentoya Ewrûpayê, ji 27 welatên endamên 720 endam rûdinin. Ka ji her welatî çend endam tên, bi hejmara nifûsa wî welatî ve girêdayî ye. 21 endamên Swêdê hene.

Di hilbijartina YE de mafê dengdanê

Di hilbijartinên YE yên Swêdê de mafê hilbijartinê yê wan kesan heye ku roja hilbijartinê temenê 18 salî tije kirine û her wekî din yan

  • hemwelatiyê Swêdê yê li nifûsa Swêdê qeydkirî ye yan jî qeydkirî bûye, yan
  • hemwelatiyê welatekî din ê  YE ye ku li nifûsa Swêdê hatiye qeydkirin û herî dereng 30 roj berya roja hilbijartinê, xwe di lîsteya hilbijêran ya swêdî de qeyd kiriye. 

Lîsteya hilbijêran (kutuk) lîsteyeke wan kesan e ku di hilbijartineke takekes de xwedî mafê dengdanê ne.

Kesê ku dixwaze bibe endamê/endama swêdî yê li Parlamentoya Ewrûpayê divê di hilbijartinê de xwediyê mafê dengdanê be û ji aliyê partiyek siyasî ve hatibe destnîşankirin, yanê weke namzed hatibe diyarkirin.

Kesek ku hemwelatiyê Swêdê ye û li nifûsa weletekî din ê Yekîtiya Ewrûpayê qeydkirî ye dikare di hilbijartinên wî welatî yên Yekîtiye Ewrûpayê de deng bide. Wê demê pêwîst e ew kes xwe di lîsteye hilbijêran ya wî welatî de qeyd bike, da ku derfeta dengdanê wergire. Li her welatekî YE’yê qaîde cuda ne.

Meriv dikare pêşwext yan roja hilbijartinê deng bide

Li Swêdê hilbijartina YE’yê her wekî ya ji bo parlamento, herêm û şaredariyan pêk tê. Kesê ku xwediyê mafê dengdanê ye bi rêya postê qerteke dengdanê werdigire û piştre dikare pêşwest yan roja hilbijartinê li lokalekê hilbijartinê, dengê xwe bide.

Hemwelatiyên swêdî yên li derveyê welat dijîn dikarin dengê (raya) xwe bi posteyê bişînin yan jî li balyozxane û konsolosxaneyên swêdî deng bidin.

Other languages on the website of The Swedish Election Authority