Dîroka YE bi kinasî
Fikra avakirina Yekîtiya Ewrûpayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat holê. Şeş welat di sala 1952’an de Yekîtiya Komir û Pola ya Ewrûpî ava kirin. Fikirek ew bû ku ev welat bi hev re ji hilberîna komir û pola berpirsiyar bin, ku di endustriya şer de madeyên xav yên girîng bûn. Bi vî rengî, dê rê li ber her welatekî takekes bihata girtin ku ji nû ve xwe biçek bike. Ev, di avakirina YE de gava yekem bû.
Hevkarî di sala 1958’an de bipêş ket û weke mînak, siyaseta çandinî û bazirganiyê jî girt nava xwe. Di sala 1967’an de tevahiya hevkariyê bi Civatên Ewrûpî (EG) hat binav kirin.
Her çendî wext derbas bû hevkariya navbera welatan jî zêdetir beşan girt nav xwe. Sala 1993, Civatên Ewrûpî (CE) bû Yekîtiya Ewrûpayê (YE). Bi vê re bazareke hundirîn ji bo mal, xizmet, merivan û sermaye li YE hat avakirin.
Di sala 1999 de YE, Yekîtiya Aborî û Pere (EMU) bi pereyê hevpar ewro, damezirand. Ewro, yekem car wek diravê elektronîk hat bikaranîn û di sala 2002’an de banknot û pereyên hesinî yên ewro jî hatin. Îro, 20 welatên Yekîtiya Ewroyê ewro wek dirav bikar tînin. Swêd beşdarî hevkarîya ewroyê nabe.
Di nav salên debasbûyî de zêdetir welat bûne endamên YE. Ji nîvê salên 1990’î hetanî sala 2013 Yekîtiya Ewrûpayê ji 12 welatên endam mezin bû û bû yekîtiyek bi 28 welatên endam.
Yekîtiya Ewrûpayê îro ji 27 welatan pêk tê û nêzî 448 milyon niştecihên wê hene.