Wezîfeya serokê parlamentoyê

Berpirsiyariya herî dawî ya li ser çawaniya plansazkirin û meşandina xebatên parlamentoyê ya serokê parlamentoyê ye. Serokê parlamentoyê bi şêwirmendiya serokên komên partiyên parlamentoyê û bi piştgiriya rêveberiya parlamentoyê xebatên parlamentoyê bi rê ve dibe. Serokê parlamentoyê di heman wextê de civînên li salona meclîsê birêve dibe û di minasebetên cûda yên netewî û navnetewî de nûnerê sereke yê parlamentoyê ye.

Li Swêdê serokatiya parlamentoyê mewkîya herî bilinde ku meriv dikare jê re were hilbijartin. Di rêzê de ew piştî serokê dewletê, yanî qiral, û berya serokwezîr tê.

Yê pêşniyar dike kî dê bibe serokwezîr serokê parlamentoyê ye

Wezîfeya girîng a serokê parlamentoyê ew e ku di rewşa guhertina hikûmetê de danûstandinan bi rê ve bibe û ji bo serokwezîrekî nû pêşniyaran bike. Ev adet tenê li Swêdê heye. Li demokrasiyên din ên parlementerî, bi gelemperî serokê dewletê rêberiya guhertina hukûmetê dike.

Serokê Parlamentoyê, li derveyî karê siyasî yê parlamentoyê ye. Serokê parlamentoyê, endamê hilbijartî yê parlamentoyê ye, lê wek serokê parlamentoyê beşdarî xebatên komîsyonê û nîqaşan û dengdana li salona meclîsê nabe. Cîgirek serokê parlamentoyê heye ku vî karî dike.