Hilbijartinên pêşwext
Hilbijartineke pêşwext hilbijartinekê ye ku dikare di navbera du hilbijartinên asayî de di dewra berdewam ya hilbijartinê de were li darxistin. Hilbijartina pêşwext kêm zêde weke hilbijartineke asayî pêk tê, lê bi ferqa ku dema amadekariyê kurttir e.
Hikûmetekê li ser kar dikare, di navbera hilbijartinên asayî de biryara hilbijartineke pêşwext bide. Wê demê hikûmet roja hilbijartinê xuya dike. Hilbijartin divê di nav sê mehên piştî girtina biryarê de bê li darxistin.
Heger pêbaweriya piraniya parlamentoyê bi serokwezîr an wezirek din tunebe ew dikare tişte ku jê re dibijên pêşniyara bêbaweriyê li dijî serokwezîr an wezîrek pêşkêş bike. Heger parlamento bêbawerî li dijî serokwezîr pêşkêş bike wê demê divê serokwezîr û hikûmet dev ji wezîfe berdin yan biryara hilbijartineke pêşwext bigire.
Heger pêşniyara serokwezîrtiyê ya serokê parlamentoyê neyê qebûl kirin
Dema hikûmetek îstîfa kir wezîfa serokê parlamentoyê ew e ku ji bo serokwezîrek nû pêşniyarek amade bike. Heger serokê parlamentoyê çar car ser hev nikaribe pêşniyara xwe ya ji bo serokwezîriyê bi parlamentoyê bide qebûlkirin divê hilbijartinên pêşwext bêne li darxistin. Her weha di vê rewşê de jî pêwîst e hilbijartina pêşwext di nava sê mehan de were li darxistin.
Cîhê hilbijartinên asayî nagire
Hilbijartinên pêşwext, wextên hilbijartinên asayî naguherîne. Yanê, ew endamên nû yên parlamentoyê ku têne hilbijartin ne ji bo dewreyeke hilbijartinê ya çar salan têne hilbijartin, lê tenê hetanî hilbijartina asayî ya were.
Li Swêdê hilbijartinên pêşwext normal nîn in. Piştî serkeftina demokrasiyê ya di destpêka salên 1920-an de, tenê yek hilbijartineke pêşwext hatiye li darxistin. Ew jî di 1ê Hezîrana 1958’an de, hilbijartina meclîsa (kamareya) duyemîn bû.