Mesrefa YE evqas e

Karûbarên YE’yê bi xercên ku welatên endam her sal didin YE’yê tê fînansekirin. Xerc, li kêleka tiştên din, li gorî şert û mercên aborî yên her welatekî endam tê xuyakirin. Piraniya pereyan wek piştgirî û alîkariya aborî vedigere li welatên endam.

Yek ji fikrên hevkariya YE’yê ew e ku ferqiyetên aborî û civakî yên navbera welatan wekhev bikin. Piraniyeke mezin ji butçeya Yekîtiya Ewrûpayê diçe ji pêşxistinên herêmî, alîkariya çandinî, lêkolîn, xebata ji bo klîmatê. Lê her weha bi guhertinan, YE’yê ji jîngehê re baştir û dîjîtal bike.

Xerca YE’yê ya Swêdê û alîkariya ji YE’yê

Wan pênc salên navbera 2019–2024 Swêdê salane navbera 37–52 milyar kron xerc da Yekîtiya Ewrûpayê û bi rêya butceya dewletê 12–18  milyar kron alîkarî ji YE wergirt. Ji bilî wan pereyan, alîkariya YE’yê rasterast ji Komîsyona Ewrûpî diçe ji meqamên resmî, zaningeh û dibistanên bilind yên li Swêdê.

Butceya YE’yê ji heft beşan pêk tê. Herî zêde pere diçe ji beşa Hevdûgirtin û rûmetan. Di nav vê de alîkariya ji bo pêşkeftinên herêmî û piştgiriya ji bo guhertinên ji bo civakêk ji jîngehê re baştir û dîjîtal hene.

About the page

Published
Changed