Swêd bi demokrasîyê tête îdare kirin. Peyva demokrasîyê di maneya birêvebirina gel e. Ev tête wê maneyê, ku mirovên li Swêdê bi rêya têdebeşdarbûnê, li ser biryarê didin ku ka Swêd divê çawan bête bi rê ve birin.
Di qanûna me ya bingehîn de hatîye nivîsandin, ku li Swêdê hemû desthilat ji alîyê gel ve tête destnîşan kirin û parlement nwênerê herî pêşîn yê gel e. Her çar salan carekê gel kesên ku dikin wan di parlementê, meclîsên wîlayet û şaredarîyan de temsîl bikin, hildibijêre.
Sîyasetkarên di parlementê de li ser tiştên ku seranserê welat eleqedar dike biryarê werdigirin. Wezîrên di hikûmetê de welat bi rê ve dibin û dêna xwe didinê da ku tişt li gor biryarên parlementê bêne bi cîh anîn. Sîyasetkarên di meclîsên wîlayet û şaredarîyan de ew deverên welat yên ku em tê de dijîn, bi rê ve dibin.
Li vê jêrê bersivên hindek pirsan hene ku di derheqa parlementê de timî têne pirsîn.