Parlementer û partîyên sîyasî

  1. Çend parlementer hene?
  2. Gelo di parlementê de çend endamên jin û çend endamên mêr hene?
  3. Mirov çilo dibe parlementer? Gelo ji mirov çi merc têne xwastin da ku mirov bibe parlementerê Swêdê?
  4. Gelo mûçeyê parlementerekî çend e?
  5. Gelo parlementerek rojê çiqasî kar dike û roja wî ya kar çawan derbas dibe?
  6. Kîjan partîyên sîyasî ketine parlementê û ew çi sîyasetê dimeşînin?

1. Çend parlementer hene?

Di parlementê de 349 parlementer hene. Ev 349 kursîyên parlementê di navbera partîyên sîyasî de, li gor tibaba dengên ku wan di hilbijartinê de wergirtine, tên par vekirin.

 

Zanyarîyên bêtir bi swêdî

2. Gelo di parlementê de çend endamên jin û çend endamên mêr hene?

Di parlementa Swêdê de nîsbeta jinan ji sedî 47,3 e û ev nîsbet jî li gor parlementên din yên cîhanê gelekî bilind e.

 

3. Mirov çilo dibe parlementer? Gelo ji mirov çi merc têne xwastin da ku mirov bibe parlementerê Swêdê?

Da ku tu bikaribî ji bo parlementê bihêyî hilbijartin, divê mafê te yê dengdana di hilbijartina parlementê de hebe. Ev tête wê maneyê, ku divê tu hevwelatîyê swêdî bî û te 18 salên xwe dagirtibe. Herweha divê tu ji alîyê partîyeke sîyasî ve wek namzed hatibî nîşandan û navê te di pisûleya hilbijartinê ya wê partîyê de hebe. Rêya rehet ew e, ku tu endamê partîyê bî û te di partîyê de xebata sîyasî kiribe.

 

Piştî vê êdî dengên hilbijêran tayîn dike ka kî dibe parlementer û kî nabe. Mirov dikare dengê xwe yan her yekser ji bo partîyekê bide yan jî bide hem partîyê û hem jî namzêdekî ku mirov navê wî li ser pisûleya dengdanê nîşan kiriye.

 

Zanyarîyên bêtir bi swêdî

4. Gelo mûçeyê parlementerekî çend e?

Parlementer mehane 55 000 Kron wek mûçe werdigirin. Parlementer baca mûçeyê xwe didin.

 

Zanyarîyên bêtir bi swêdî

Arvoden och förmåner

 

5. Gelo parlementerek rojê çiqasî kar dike û roja wî ya kar çawan derbas dibe?

Karê parlementeran, wek karekî normal, ne xwedî saetên kar yên dîyarkirî ye. Ji ber hindê saetên wan yên kar li gor parlementeran tête guhartin. Lê gelek parlementer dibêjin ku ew hefteyê bi qasî 60–70 saetî kar dikin.

 

Rojên parlementaran yên kar tên guhartin. Piranîya dema wan bi civînan û herweha bi kombûn û civanên di gel parlementerên din yên bo nimûne di komîsyon û grûpa partîyê de, di gel hilbijêran, şirket, rêxistin, damûdezgeh û gelekên din derbas dibe. Wextên parlementeran gelekî bi xwendinê jî diçe. Ew mecbûr in bixwînin da ku zanyarîyên xwe yên li ser pirsên têvel kûrtir û berfirehtir bikin, ku paşê bikaribin li ser pêşniyarên ku komîsyon li ser kar dikin û divê bi dû re di civîna parlementê de bêne gotûbêj kirin û li ser biryar bêne dayîn, helwêstekê werbigirin.

 

Zanyarîyên bêtir bi swêdî

Ledamöterna

 

6. Kîjan partîyên sîyasî ketine parlementê û ew çi sîyasetê dimeşînin?

Partîyên ku ketine parlementê û hejmara parlementerên wan yên di parlementê de ev in:

  • Partîya Sosyaldemokratan (Socialdemokraterna), 130 parlementer
  • Partîya Moderatan (Moderata samlingspartiet), 97 parlementer
  • Partîya Navend (Centerpartiet), 29 parlementer
  • Partîya Gel ya Lîberal (Folkpartiet liberalerna), 28 parlementer
  • Partîya Xiristîyanên Demokrat (Kristdemokraterna), 24 parlementer
  • Partîya Çep (Vänsterpartiet), 22 parlementer
  • Partîya Jîngehê ya Keskan (Miljöpartiet de gröna), 19 parlementer

Di malperên partîyên sîyasî de enformasyonên berfireh li ser pirsên têvel û helwêsta wan ya sîyasî heye.

 

Zanyarîyên bêtir bi swêdî

Partierna i riksdagen

 

Uppdaterad: 2009-11-01
Granskad: 2009-11-11
Bildcollage. Klicka i bildcollaget för information om bilderna
Sveriges riksdag
100 12 Stockholm
Telefon: 08-786 40 00 (växel)
Frågor om riksdagen
Telefon: 020-349 000
E-post: riksdagsinformation@riksdagen.se